Buruc

Sûre heştê û pêncemîn sûreya Qurana pîroz e. Li Mekkê ket. Bîst û du ayet e. Navê xwe ji peyva "buruc" girtiye, ku di beyta yekem de behsa wê hatiye kirin û tê wateya "nîşanên zodiakê". Di sûreyê de behsa bawermendên ku ji ber îmana xwe avêtine nav xendeqên tijî agir û mirovên zalim ên bi navê "Eshabiuhdud" ew avêtine nav êgir. Her wiha kirina gelek karên qenc ên ku pêdiviya îmanê ye û axretê jî tê gotin. Tê balkişandin ku dê alîkariya Xweda ji mezlûman re bê. Tê gotin ku Allah afirînerê mutleq e û her tişt bi daxwaza Wî pêk tê. Di vê çarçoveyê de, ji ber xerabî û zêdegaviyên xwe rûxandina Fir’ewn hov û zalim û leşkerên wî jî bi awayekî eşkere tê vegotin. Sûre bi ayetên ku mezinahiya Qur'ana Kerîm vedibêje bi dawî dibe û ev pirtûk li ser 'tebeleyên ku li ber çavê Xwedê hatine parastin' hatiye nivîsandin.

---------------------------------------------------------------

Bazı İslami Kavramlar - Some Islamic Concepts...

a b c ç d e f g ğ h ı i j k l m n o ö p r s ş t u ü v y z
Yukarı